Pedersen piştî hevdîtina xwe ya bi Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Mekdad re, roja Çarşemê li Şamê got: “Ji 9 heta 10 milyon Sûrî di asta hejariyê de dijîn û nêzîkî 15 milyon kesî jî pêwîstiya wan bi alîkariyên mirovî hene.”
Pedersen got ku divê ev yek neyê qebûlkirin û çareserî jê re werin dîtin.
Herwiha tekez kir, rewşa niha ne di berjewendiya ti kesî de ye, lewra “divê em van mijaran çareser bikin û li rewşa koçber û derbiderên li hundir binerin û rewşa girtî û revandiyan gotûbêj bikin.”
Şandeyê navdewletî amaje bi wê yekê kir ku serdana wî bo Şamê "ji bo diyaloga bi hikûmeta Sûriyê re ye û diyar kir ku wî bi hikûmeta Sûriyê re rewşa bakurê Sûriyê û rêyên nehiştina aloziyê gotûbêj kiriye.
Pêştir, Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor hişyarî li ser giraniya rewşa jiyanê li Sûriyê da û got, pêwîstiya 14 milyon û 600 hezar kesî bi alîkariyê heye û 90 % di bin xeta hejariyê de dijîn.