QSD: Em ji rêveberiya Şamê re jibo muzakereyan amadene!

Fermandarê QSD ku operasyona Reqqa bi rêve dibe, da zanîn ku, \"Em dixwazin Amerîka li Sûriyê bimîne û em ji rêveberiya Şamê re jibo danûstandinan amadene.\"
27.09.2017, Çar - 08:57
QSD: Em ji rêveberiya Şamê re jibo muzakereyan amadene!
Nuçe Belav bike

Mazlum Kobanê di berdewamiya axaftina xwe ya ku Al Monîtor\'ê de kiriye di derbrê pêvajo û bûyerên li herêmê diqewimin li gel Rojnameger Amberîn Zaman mijar nirxandin.

Mazlûm Kobanê di axaftina xwe de got: \"Em nûneriya gelê Rojava dikin. Lê ji hemû hêz û partiyê din yên kurdan re jî rêzdar in û li gel wan in. Kî bixwaze bila bixwaze, em nikarin dijminatiya tu hêzeke Kurdî bikin. Lê belê her parçeyek xwedî xwe û taybetîyane.\"

Kobanê di axaftina xwe de li ser pirsekê got: \"Em dixwazin ku têkiliyên me bi Tirkiye yê re hebin. Dibe ku PKK bi Tirkiyê re şer bike. Lê wekî gelê Rojava wê berjewendiyên me yên hevpar bi Tirkiyê re hebin. Sînorê me bi Tirkiyê re heye. Polîtikaya me û perçeyên din ne yeke.\"

Mazlum Kobanê derbarê mayina Amerîkayê ya li herêmê jî got: \"Em dixwazin ku Amerîka li vir bimîne. Leşkerên Amerîka yên li vir jî dixwazin ku bimînin. Lê dê sîyasetmedar biryara vê yekê bidin.\"

Her wiha Mazlûm Kobanê di axaftina xwe de da zanîn; \"Em piştgirî didin referandûma Serxwebûna Kurdistana Iraqê. Di nav dilê hemû Kurdan de daxwaziya yekîtiya her çar perçeyên Kurdistan û daxwaziya damezrandina Serxwebûna Kurdistan heye. Armanc ev e. Lê belê yek jî rastî hene. Ger ev şaş neyê fêm kirin. Armanca me ya Sûriyê de avakirina Sîstema Federalî ye, Em parçeyek ji Sûriyê ne.\"

Mazlûm Kobanê bal kişand ser vî yekê û got; \" Armanca me ya sereke ew e ku em li gel Hikûmeta Navendî dest bi muzakereyan bikin û ji bo herêmên me rizgar kiriye bikin xwedî statuyekî. Ji bo vî yekê em amadene ku ligel Hikûmeta Sûriyê destbi pêvajoyê bikin.\"

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1576 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:30:08