5000 Çînî li Sûriyê şer dikin

Balyozê sûrî diyar kir ku Tirkiyeyê çawa DAIŞê derbasî nav axa Sûriyê kir, bi heman awayî mercên guncav ji wan re amade kirine daku çîniyan jî derbas bike û wiha pê de çû: \"Bi rastî jî niha Tirkiye şerê DAIŞê dike lê seranserê 4 an 5 salan hemû şervanên DAIŞê yên biyanî di Tirkiyeyê re derbas bûne\".
14.02.2017, Sal - 18:50
5000 Çînî li Sûriyê şer dikin
Nuçe Belav bike

Balyozê Sûriyeyê li Pekînê Imad Mustefa ragihand ku hejmara Çîniyên li Sûriyê şer dikin gelekî zêde bûye ku gihiştiye 5 hezar şervanî.

Mustefa teqez kir hejmara Çîniyên li Sûriyê şer dikin zêde bûye û piraniya wan bi malbatên xwe re di rêya sînorên Tirkiyeyê re derbasî Sûriyeyê bûne.

Balyozê sûrî diyar kir ku Tirkiyeyê çawa DAIŞê derbasî nav axa Sûriyê kir, bi heman awayî mercên guncav ji wan re amade kirine daku çîniyan jî derbas bike û wiha pê de çû: \"Bi rastî jî niha Tirkiye şerê DAIŞê dike lê seranserê 4 an 5 salan hemû şervanên DAIŞê yên biyanî di Tirkiyeyê re derbas bûne\".

Herwiha balyozî teqez kir ku karbidestiya Çînê gelek fişar li Tirkiyê kirin daku nehêle ew şervanê çînî derbasî Sûriyê bibe.

Hêjayî gotinê ye ku Çînê berî niha ragihandibû ku rêxistineke terorîst bi navê \"Turkistana Rojhilatî\" li herêma Xinjiang ya xweser çalak bûye û têkiliyên wê bi El Qaîdeyê re hene.

Ji aliyê din ve, desthilata Tirkiyê diyar kir ku hewl dide rê li ber şervanên biyanî bigire daku tev li rêxistinên terorîst ên li Sûriyê nebin.

Piştî operasyona Mertala Firatê ya Tirkiyeyê di nav axa Sûriyeyê de da destpêkirin, hejmara şervanên biyanî yên di sînorê wê re derbas bûne kêm bû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1994 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:37:49