Îranê bi moşekan êriş kir

Li gorî daxuyaniya Supaya Pasdarên Îranê ji bo bersiva êrişên dawî yên Tehranê wan bi moşekên dûravêj baregeh û stargehên DAIŞê kirine hedef.
19.06.2017, Pts - 06:12
Îranê bi moşekan êriş kir
Nuçe Belav bike

Supaya Pasdaran a Îranê di daxuyaniyekê de ragihand ku wan moşekên dûravêj baregeh û stargehên rêxistina terorîst a DAIŞê li bajarê Dêra Zorê yê Sûriyeyê kirine hedef. Li gorî daxuyaniya hêzên îranî ev êrişa bi moşek bersiva êrişa DAIŞê ya Tehranê li ser parlamento û gora Xumeynî ye.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku moşek ji baregehên moşekî yên Supaya Pasdaran ên li Kirmaşan û Sine hatine pekandin.

Herwiha di 7ê Hezîranê de 2 komên çekdar li paytexta Tehran ê Îranê êrişî avahiya parlamentoya wî welatî û gora Xumêynî kirin ku di encamê de 17 kes hatibûn kuştin û 55 kes jî birîndar bibûn û rêxistina terorîst a DAIŞê berpirsatiya wan êrişan girtibû ser xwe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1580 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:53:53