Raport: Karsazê Sûrî Qatercî di Êrîşa Îsraîlê de Hate Kuştin

15.07.2024, Pts - 22:32
Raport: Karsazê Sûrî Qatercî di Êrîşa Îsraîlê de Hate Kuştin
Nuçe Belav bike

Sê jêderên ewlekarîyê ji ajansa Reuters re ragihand ku îro Duşemê karsazê Sûrî yê nêzîkî rejîmê Bera Qatercî di êrîşeke Îsraîlî de nêzîk sînorê Sûrîyê û Libnanê hate kuştin.

Ti daxuyanîyên demûdest ji alîyê artêşa Îsraîlê ve nehatine dayîn.

Qatercî beşek bû ji komeke biçûk ya karsazan ku nêzîk malbata Esed ya desthilatdar e. Ev grûp piştî destpêka şerê navxweyî yê Sûrîyê sala 2011’an derket holê.

Bera û birayê xwe Husam Qatercî împratorîyeke karsazîyê ava kir ku tê de di warê neft, lojîstîk, veguhestin û avakirinê de dixebitîn.

Herdu bira û karsazîya wan li jêr toleyên aborî yên Amerîkayê bûn. Li gor malpera Wezareta Xezîneya Amerîkî, ev siza “jiber alîkarî veguhestin petrolê û fînansekirina rejîma Sûrî hatine danîn.”

Îsraîl bi awayekî hema rojane êrîşan li Sûrîye û Libnanê pêk tîne, ji dema êrîşa Hamasê ya 7’ê Cotmehê ve li başûrê Îsraîlê û operasyona leşkerî li Gazayê.

Komên ser bi Îranê ve wekî Hizbullaha Libnanî û mîlîşyayên Şîa li Îraq û Sûrîyê ji 7’ê Cotmehê ve êrîşan dibin ser Îsraîlê. Ew dibêjin ev êrîş bi mebesta ku bala artêşa Îsraîlê ji ser Gazayê bibe.

Reuters
Vî nûçeyê tevayî: 304 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:44:37