Rêjîma Sûriyê hêzên xwe li firokxaneya Minixê zêde dike

Rêjîma Sûriyê hêzeke nû ya leşkerî ligel çekên giran, şandin firokxaneya leşkerî ya Minixê yê nêzîk bajarokê Til Rifetê li bakurê Helebê.
28.07.2022, Per - 09:33
Rêjîma Sûriyê hêzên xwe li firokxaneya Minixê zêde dike
Nuçe Belav bike

Piştî ku artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, pêr bajarokê Tel Rifatê û gundên derdora wê bi tundî topbaran kirin, Rêjîma Sûriyê hêzeke nû ya leşkerî ligel çekên giran, şandin firokxaneya leşkerî ya Minixê.

Firokxaneya leşkerî ya Minixê di navber Til Rifet û Ezazê de ye û tenê 6 kîlometroyan ji bajarê Ezazê dûr e. Firokxane ji sala 2013an ve, dema ketibû destê hêzên opozîsyona Sûriyê, ji kar derketiye. Yekîneyên Parastina Gel (YPGê) jî di sala 2016an de ev firokxane kontorl kir.

Medyaya nêzîkî opozîsyona Sûriyê diyar dikin, di dema dawî de Firqeya Çarem rêjîma Sûriyê ya bi ser bi Mahir Esed (birayê Serokê Sûriyê Beşar Esed) lê bi cih bûye.

Aşkere dikin jî “2 tabûrên ku hejmara wan 600 leşker, 15 tank, otombîlên BMB, mûşekên Grad û Golan li firokxaneya Minixê hatine bicihkirin.

Ev yek di demekê de ye, piştî gefa Tirkiyê a destpêkirina operasyoneke leşkerî li Til Rifet û Minbicê, aloziya li hêlên temasê yên wan her du deverab germtir bûye û rojane êrîşên mûşekî û topbaran, yan êrîşên bi droneyan ji aliyê hêzên ser bi Tirkiyê tê kirin.

Pêr jî artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, Til Rifet û derdora wê, Meranaz û Şêx Îsa dan bi zêdetir ji 50 topî topbaran kirin û di encamê de 5 welatiyên sivîl birîndar bûbûn

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 581 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:34:19