Reqqa hat rizgarkirin...

Li gorî televizyona Al arabiyayê terorîstê dawî yê li bajêr jî çek danî û teslîmî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bû.
14.10.2017, Cts - 12:46
Reqqa hat rizgarkirin...
Nuçe Belav bike

Li gorî televizyona Al arabiyayê îdiakirin ku Bajarê Sûriyeyê Reqa ku wekî paytexta DAIŞê dihat zanîn, bi tevahî ji destê DAIŞê hatiye rizgarkirin.

HSDê bi piştgiriya Hevpeymaniya Navdewletî ji Mijdara 2016an û vir ve operasyona rizgarkirina Reqayê birêve dibir.

Hêjayî gotinê ye ku Wezareta Bervaniyê ya Rûsyayê ragihandibû ku zêdetirî 92% axa Sûriyeyê ji DAIŞê hatiye paqijkirin. Herwiha Sererkaniya Rûsyayê jî ragihandibû ku şerê li Sûriyeyê hema hema bi dawî bûye.

Bajarê Reqaqyê ji sala 2016an ve di bin kontrola DAIŞê de bû ku DAIŞê ev der weke ‘paytext' nîşan dida.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1854 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:51:36