Rûsya noqteyên YPG`ê bombebaran dike

Balafirên Rûsya noqteyên YPG`ê yên li kargeha Konîko ya gazê bombebaran dike.
25.09.2017, Pts - 09:06
Rûsya noqteyên YPG`ê bombebaran dike
Nuçe Belav bike

Li gorî çavkaniyên ji YPG`ê, balafirên Rûsya noqteyên QSD`ê li kargeha Konîko, bombebaran dike. Li gorî agahiyan du şervanên QSD`ê bi giranî birîndar bûne. Tê payîn ku hin şervanên QSD`ê jî şehîd bûne.

Li gorî heman jêderî bombebaran dewam dike.

Kargeha konîko ku li bakur-rojhilatê Dêrazorê di 23`yê vê mehê de hatibû rizgarkirin.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku beriya niha balafirên Rûsya û Rejîma Sûriyê noqteyên QSD`ê yên li herêma Dêrazorê bombebaran kiribû û di encamê de 6 şervanên QSD`ê birîndar bibûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1553 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:55:06