Rûsya QSD bi hevkariya DAÎŞ'ê tawanbar kir

Wezareta Berevaniya Rûsya daxûyaniya xwe ya îro de destnîşan kir ku, Dêrezor dinava hefteyekî de wê ji DAÎŞ'ê bête paqij kirin. Her wiha di daxûyaniyê de QSD jî jiber hevkariya DAÎŞ'ê hat tawanbar kirin.
21.09.2017, Per - 09:40
Rûsya QSD bi hevkariya DAÎŞ'ê tawanbar kir
Nuçe Belav bike

Li ser navê Wezareta Parastinê General Îgor Konaşenkovi daxûyand ku Artêşa Sûriyê Herêma Rojhilata Çemê Feradê xistiye bin denetîma xwe û her wiha da zanîn ku bajêr dinava hefteyekî de tê ji DAÎŞ'ê were paqijkirin.

Her wiha di daxûyaniyê de QSD'ê jî li bajarê Dêrezorê jiber îddiaya hevkariya DAÎŞ tawanbarkir û da zanîn ku bajêr sedan 85 di destê Artêşa Sûriyê de ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1718 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:11:46