Rûsya daxwaza vala kirina çend binkeyekî leşkerî yên Îranê li Sûriyê dike

Her diçe êrîşên esmanî yên artêşa Îsraîlê di wan çend heftiyên borî de zêde bûne û li ser vê yekê Rûsyayê daxwaz li Îran û grubên çekdar ên li ser wî welatî kiriye, beşek ji binkeyên leşkerî yên li çend navçeyekî Sûriyê vala bikin.
03.09.2022, Cts - 11:16
Rûsya daxwaza vala kirina çend binkeyekî leşkerî yên Îranê li Sûriyê dike
Nuçe Belav bike

Rojnameya Şerqul Ewset a li London a Brîtanya weşanê dike, bi zimanê çavkaniyekî nav hikûmeta Sûriyê ve aşkera kir, Rûsyayê daxwaz ji grubên çekdar ên ser bi Îranê kiriye, binkeyên leşkerî yên li rojavayê parêzgeha Hema, Navend û Rojavayê Sûriyê vala bikin.

Heta naha ne Îranê û ne jî Rûsyayê li hember vê raporta rojnameya Şerqul Ewset ti bertekek nîşan nedane.

Li gor heman raportê, xwedê girawî Rûsya naxwaze ew hêz bibin armanca êrîşên esmanî ya Îsraîlê, ji ber wê daxwazekî wisa kiriye.

Artêşa Îsraîlê di heyama salên borî de, bi dehan êrîş li ser hêzên çekdarên nêzîk Îranê pêkanîn.

Şerqul Ewset bi zimanê berpirsên Sûriyê ve ragehand, roja çarşemê berpirsên leşkerî yên Rûsyayê li balefirgeha Hema li gel hewtayên xwe yên Îranî civiyane û daxwaz ji wan kirine çend binkeyekî nav Sûriyê vala bikin.

Heman çavkanî dibêje: Berpirsên leşkerî yên Rûsyayê di hevdîtineke li gel aliyên Îranî de teqez kirine ku vala kirina binkeyê leşkerî yê Îranê yê ku nêzîk yekîneyên 49 ên artêşa Sûriyê divê bê vala kirin.

Heman çavkaniyê ragehandiye: Rûsiyan daxwaz kiriye, duyem binkeyê leşkerî yê Îranê li navçeya Hemîdiye ya li başûrê parêzgeha Tertus a li peravên Sûriyê jî divê bê vala kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 744 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:07:32