Rûsya û Çîn dixwazin hemû alîkarî bi rêya Şamê derbasî Sûriyê bibin

Piştî vekirina derî heta niha 7 hezar û 500 kamyonên alîkariyan, 180 hezar ton xwarin û alîkariyên lojîstîk derbasî bakurê Sûriyê bûne ew der jî di bin destê Tirkiyê û çekdaran de ne.
27.06.2022, Pts - 06:17
Rûsya û Çîn dixwazin hemû alîkarî bi rêya Şamê derbasî Sûriyê bibin
Nuçe Belav bike

Li parêzgeha Idlibê ku di bin destê Cebhet El Nusre de ye, deriyê sînorî yê bi Tirkiyê re Bab El-Hewa bi biryara Enûmena Asayîşa Navdewletî ya sala 2021an fermî hatiye vekirin û alîkarî bi rêya Neteweyên Yekbûyî tên derbaskirin. Cebhet El Nusre jî ji aliyê Neteweyên Yekbûyî û Encûmena Ewlehiya Navdewletî ve rêxistineke terorîst e. Rûsya û Çîn jî dixwazin ku hemû alîkarî bi riya Şamê bêne şandin.

Niha piştî şerê li Ukrayna ku gelek guhertin di helwestên dewletên cîhanê de çêbûne, welatiyên Idlibê ditirsin ku dema rêkeftina vekirina deriyê Bab El-Hewa neyê dirêjkirin. Bi taybet Rûsya û Çîn dixwazin ku hemû alîkarî bi riya Şamê bêne şandin.

Piştî vekirina derî heta niha 7 hezar û 500 kamyonên alîkariyan, 180 hezar ton xwarin û alîkariyên lojîstîk derbasî bakurê Sûriyê bûne ew der jî di bin destê Tirkiyê û çekdaran de ne.

Koçberê ji gundewarê Idlib Mihemed Mewas got, “Di dema dawî de hate belavkirin ku eger heye nivîsgehên Neteweyên Yekbûyî li Tirkiyê bêne girtin, di çarçoveya biryara 25-85 a derbarê derbaskirina alîkariyên mirovî de, bi rêya sînor. Ev yek bi sedema şantajeke Rûsî bû. Rawestandina Deriyê Bab Elhewa tê wateya rawestandina jiyanê.”

Sedema tirsê jî ew e ku Rûsya gefa xwe bicih bîne, derbarê standina vetoyê li ser nûkirina vê biryarê, yan jî danîna şert û mercan li ber berdewamiya vekirina wî deriyê sînorî, li ber derbaskirina alîkariyên mirovî, weke mînak, Rûsya daxwaz dike ku alîkarî bi rêya hikûmeta Sûriyê bêne dabeşkirin, ev yek jî ji aliyê nişteciyên wan navçeyan û opozisyonê ve, tê redkirin.

Rêveberê Kampa Koçberan Mihemed Yezen Elî anî ziman, “Kampa min 30 malbatê li xwe digire û ev malbat sûdê ji alîkariyên Neteweyên Yekbûyî dibînin. Eger Deriyê Bab Elhewa bê girtin û alîkarî têkevin destê rejîmê, êdî wê karesatek çê bibe.”

Eger dema wê biryarê nayê dirêjkirin û Deriyê Bab Elhewa bê girtin, êdî nivîsgehên Neteweyên Yekbûyî li Tirkiyê wê bêne girtin.

Berpirsê Pêwendiyên Giştî yê Deriyê Bab Elhewa Mazin Ellûş jî li ser girtina derî axivî û got, “Eger mekanîzmaya derbaskirina alîkariyan bi rêya sînor, di Tîrmeha bê de, neyê nûkirin, êdî karesateke mirovî û aborî wê li navçeyê dirust bibe. 4.3 milyon welatî sûdê ji van alîkariyan dibînin. 1.5 milyon ji wan koçber in.”

Ji dema nûkirina wê biryarê, sala 2021an, nêzîkî 7 hezar û 500 barhilgirên alîkariyan, 180 hezar ton keresteyên xwarin û alîkariyên lojîstîk, derbas kirine navçeyên bakurê Sûriyê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 488 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:28:03