Şam: Em bi şertekî rizgarkirina Reqqayê dihesibînin!
Wezareta Karênderve ya Sûriyê daxûyand ku, 'heya bajarê Reqqa nekeve bin kontrola artêşa Sûriya Ereb em wî bajarê wek rizgarkirî nahesibînin' got.
30.10.2017, Pts - 06:58
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya SANAya Sûriyeyê ku dispêre çavkaniyekî ji Wezareta Derve ya Sûriyeyê dibêje: Armanca daxuyaniya Amerîka û koalîsyona navnetweyî yên Reqqayê xapandine û dixwazin bala civaka navneteweyî bikşînin cihekî din ji bo sûcên ku li wir kirine veşêrin."
Berdevkê Wezareta Parastin ê Rûsyayê Îgor Konaşenkov jî di daxuyaniya xwe de gotibû: "Koalîsyona navneteweyî bi tunekirina bajarê Reqqayê serkeftin bi dest xist."
Wezîrê Enformasyon ê Sûriyeyê Muhammed Ramîz Tercuman jî di axaftina xwe de got: "Şam, herêma ku artêşa Sûriye ya Ereb ne li wir be wekî kontrolkirî nahesibîne."
K24
Vî nûçeyê tevayî: 1999 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:43:53