Şam: Em daxwaziya Xweserî ya Kurdan re vekirîne!

Wezîrê Karênderve ya SûriyêMûalîm helwêstê xwe derbarê rêveberiya Kurd a Rojavayê Kurdistanê diguhere û wezîrê derve di vê derbarê de daxuyaniyek da.
26.09.2017, Sal - 09:50
Şam: Em  daxwaziya Xweserî ya Kurdan re vekirîne!
Nuçe Belav bike

Li gor nûçeya ku Gazete Duvar dispêre Russia Today Rejîma Wezîrê Karênderve yê Sûriyê Welîd Muelîm ev mijar li ser pirsa referandûma Kurdistanê de aniye rojevê.

Her wiha Mualîm axaftina xwe de dibêje ku, Sûriye piştgiriya yekparçeyiya axa Iraqê dike.

Welîd Muelîm derbarê îdareya rêveberiya Rojavayê Kurdistanê de jî, ku piştî şerê navxwe yê Sûriyê ava bû, ragehandiye ku pirsa naskirina wê îdareya li Rojavayê Kurdistanê avabûye û hêvinê guftûgo û danûstandinê di çarçoveya Sûriyê de mayîn e.’’

Helwêstê rejîma Sûriyê wek helwêsteke nû ya rejîmê tê pênase kirin, ji ber berî naha rejîma Sûriyê bi ti awayekê îdareya rêveberiya kurdên rojava qebûl nedikir û red dikir.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1321 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:01:54