Şam ji HSDê dixwaz dike tevlî artêşa Sûriyê bibe

Hikûmeta Sûriyê daxwaz ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Asayişê dike, tevlî Artêş û Hêzên Ewlekariyê yên Sûriyê bibin.
30.10.2019, Çar - 19:49
Şam ji HSDê dixwaz dike tevlî artêşa Sûriyê bibe
Nuçe Belav bike

Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand, Hêzên Sûriyê dest daniye ser devereke berfereh a Cezîra Sûriyê û daxwaz ji HSDê dike ku tevlî artêşa Sûriyê bibin, da ku rûbirûyî êrîşên artêşa Tirkiyê bibin.

Wezaretê aşkere jî kir, ew amade ne, endamên HSD tevlî Artêşa Sûriyê bikin û rewşa kesên ku ji bo leşkeriya Sûriyê tên xwestin, çareser bikin.

Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê got jî, ew rastî êrîşekê tên û divê hemû welatiyên Sûriye bi Ereb û Kurdan ve xwîna xwe ji bo vegerandina xaka dagîrkirî birijînin.

Ji aliyê xwe ve, Wezareta Navxweyî ya Sûriyê jî amadebûna xwe ji bo tevlîkirina her endamekî Hêzên Asayişê di nav Hêzên Parastina Navxweyî de diyar kir. Tekez jî kir, ew ji bo dayîna her xizmetguzaryekê, ji xelkê devera Cezîrê re amade ne.

Ev yek di demekê de tê, piştî êrîşa artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, HSD û artêşa Sûriyê lihev kirin û hêzên artêşa Sûriyê li ser sînorê bi Tirkiyê belav bûne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1439 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:11:44