Şandeke NY li Idlibê serdana deverên erdhejê kir

Şandeke Neteweyên Yekbûyî di riya deriyê Bab el-Hewa re li parêzgeha Idlibê, serdana navçeyên ziyandîtî ji erdheja 6ê sibatê kirir. Şanda navdewletî serdana kampekî li bajarokê Mieret Misrîn û nexwşxaneyeke bajarokê Harimê kir.
23.02.2023, Per - 07:02
Şandeke NY li Idlibê serdana deverên erdhejê kir
Nuçe Belav bike

Şanda Navdewletî bi serokatiya David Carden, cîgirê kordînatorê karûbarên mirovî yê navherêmî yê Neteweyên Yekbûyî bûye.

Cîgirê Kordînatorê Karûbarên Mirovî David Carden dibêje " Em îro hatine Harimê da ku rêzgirtin û hevxemiya xwe nîşan bidin û sersaxiyê li kesûkarên qurbaniyan bikin. Me bihîstiye ku di navbera 1200-1500 kesî de di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane. Me herwiha serdana Tîma Bersivdana Bilez kir. Wê 26 karmend ji dest dane. Ev hejmareke mezin e. Dixwazim pesnê karê wan yê pir baş bidim."

Serokê şanda navdewletî pêwîstiyên girîng ji bo ziyandîtiyan hejmartin, lê tu soz û amar derbarê alîkariyan de diyar nekirin.

David Carden got jî "Em hatine bibînin pêwîstî bi çi heye. Pêwîstiyeke mezin bi penageh û tendirustiyê heye. Pêwîstî bi ava vexwarinê, pêdiviyên tendirustiyê û bêguman bi rakirina paşmayan heye."

Rêveberiya Xweser a Bkur û Rojhilatê Sûriyê jî ragihandibû ku ew amade ne tevahiya deriyên sînorî, xal û rêbendan li pêş şandin û gihandina alîkariyan ji bo hemû navçeyên Sûriyê. Herweha Rêveberiyê karwanên alîkariyan jî amade kiribûn û li ser xalên derbasbûnê li gel hikûmet û opozisyona Sûriyê kom kiribûn. Lê ne hikûmet û ne jî opozisyona Sûriyê rê nedan alîkariyên Rêveberiya xweser.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 318 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:55:14