SOHR: Di êrîşên DAIŞê de 10 kes ji hêzên rêjîma Sûriyê hatin kuştin

Li bajarokê Meadan Etîq li gundewarê Reqayê 10 leşker ji hêzên rêjîma Sûriyê di êrîşeke endamên şaneyên razayî yên DAIŞê de hatin kuştin.
08.08.2023, Sal - 10:21
SOHR: Di êrîşên DAIŞê de 10 kes ji hêzên rêjîma Sûriyê hatin kuştin
Nuçe Belav bike

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov belav kir, endamên şaneyên razayî yên DAIŞê şeva borî êrîşî ser xalên rêjîma Sûriyê li bajarokê Meadan Etîq kirin û di encamê de 10 keşker hatin ku û 6 leşker jî birîndar bûn.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov diyar kir, tê pêşbînîkirin ku hejmar zêdetir bibe, ji ber ku rewşa hin birîndaran giran e.

Li gorî Rewangehê, çekdarên DAIŞê bo çend demjimêran cihên armanckirî kontirol kirin, piştî ku ew şewitandin jê vekişiyan.

Rejîma Sûriyê di payîza sala 2017an de bajarokê Meadan a li rojhilatê Reqayê kontrol kiribû.

Li gorî zanyariyên Rewangehê, ji destpêka sala 2023an û heta niha hejmara kuştiyên êrişên DAIŞê li biyabana Sûriyê gihîştiye 379 kesan.

Hejmara kuştiyan wiha hat belavkirin: 20 kuştiyên DAIŞê, 202 hêzên rejîmê û milîsên ser bi wê ve, ji wan 37 milîsên ser bi Îranê ve û 157 sivîl di 105 operasyonan de hatin kuştin.

Tevî ragihandina jinavbirina DAIŞê di bihara 2019an de, li asêgeha wê ya dawî li bajarokê Baxozê, li rojhilatê parêzgeha Dêrazorê, endamên şaneyên DAIŞê êrîşan li dijî endamên rêjîma Sûriyê û milîsên ser bi wê ve û sivîlan pêk tînin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 259 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:08:21