Supaya Pasdaran kuştina endamekî xwe li nêzîkî Şamê ragihand

Supaya Pasdaran a Îranê kuştina efserekî xwe li Sûriyê ji ber êrîşên Îsraîlê, piştrast kir.
31.03.2023, Cum - 13:32
Supaya Pasdaran kuştina endamekî xwe li nêzîkî Şamê ragihand
Nuçe Belav bike

Beşa Pêwendiyên Supaya Pasdaran a Îranê li ser vê mijarê di daxuyaniyekê de ragihand, Mîlad Heyderî ku wek şêwirmend li Sûriyê dixebitî, di êrîşa vê sibê ya Îsraîlê de li nêzîkî bajarê Şamê canê xwe ji dest da.

Supaya Pasdaran di vê daxuyaniyê de bêdengiya saziyên navdewletî li hember êrîşên Îsraîlê bo ser serweriya axa Sûriyê şermezar kiriye û tekez kiriye ku Îsraîlê dê bersiva van êrîş û tawanên xwe werbigre.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 358 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:41:52