Sûriye: Divê Tirkiye dagirkeriyê qebûl bike û ji axa Sûriyê derkeve

Seroka Komîsyona Peywendiyên Derve ya Parlamentoya Sûriyê Petros Marjane got, “Bi Tirkiyê re dibe ku zemîneke diyalogê çê bibe lê divê destpêkê Tirkiye qebûl bike ku bi piştgirî û perwerdeya çeteyên terorîstî axa Sûriyê dagir kiriye. Ya duyem amadekariya xwe bo vekişandina ji axa Sûriyê diyar bike.”
28.11.2022, Pts - 13:06
Sûriye: Divê Tirkiye dagirkeriyê qebûl bike û ji axa Sûriyê derkeve
Nuçe Belav bike

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan duh Yekşemê 27ê Mijdara 2022an ragihand ku çawa bi Misirê re peywendiyên xwe asayî kirine, dê piştî vê bikarin bi Sûriyê re jî asayî bikin.

Petros Marjane, derbarê peywendiyên Tirkiye û Sûriyê de ji medyaya Tirkiyê re axivî. Marjane dibêje, pêkan e ku peywendiyên Şam û Enqerê asayî bibin lê divê Tirkiye pêngavên berbiçav bavêje.

Marjane tevî daxuyaniyên berpirsên Tirkiyê, li ser bêdengbûna berpirsên Sûriyê got: “Dibe ku bi Tirkiyê re zemîneke diyalogê çê bibe, lê divê destpêkê Tirkiye qebûl bike, ku bi piştgirî û perwerdeya çeteyên terorîstî axa Sûriyê dagir kiriye. Ya duyem amadekariya xwe bo vekişandina ji axa Sûriyê diyar bike.”

Marjane derbarê êrîşên esmanî yên Tirkiyê de got, “Êrîşa esmanî ya vê dawiyê ya Tirkiyê, peyamek bû ji bo çekdarên Kurd ên cudaxwaz lê di nav şehîdan de leşker û welatiyên sivîl ên Sûriyê jî hebûn. Em ji metirsiya Tirkiyê ya derbarê PKKê de têdigihêjin. Lê divê her du alî li gor Rêkeftina Edenê tevbigerin. Dema ev rêkeftin hat îmzekirin, tirs û helwesteke êrîşane ya Tirkiyê bo ser hebûna Kurdên li Sûriyê nebû. Piraniya Kurdan welatiyên Sûriyê ne. Ji bilî ew ên cudaxwaz ku ji aliyê Amerîkayê ve hatin çekdarkirin û perwerdekirin, em nikarin hemû Kurdan bi xiyanetê tohmetbar bikin.”

Marjane wiha berdewam kir, “Hevdîtên di navbera îstixbarata her du welatan rasterast çê dibin. Lê pêkan e ku ev hevdîtin derbasî qonaxa duyem a diyalogê bibin. Rêkeftina Edenê û daxwaza vekişîna Tirkiyê ji axa Sûriyê dikarin bo vêya bibin bingeh.”

Marjane, komên çekdar ên ji aliyê Tirkiyê ve piştgiriya wan tê kirin wek terorist binav kir û ragihand: “Eger li pişt êrîşa Taksimê ya Stenbolê ji van koman yek derkeve ez matmayî namînim. Teror sînoran nas nake. Terora ku hûn li Sûriyê piştgiriya wê dikin, dikare li Tirkiyê li we bide.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 292 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:56:04