Sûriye: MSDyê banga boykotê kir

Îro xelkê Sûriyeyê ji bo hilbijartina parlamenteran biçe ser sindoqan.
15.07.2024, Pts - 10:51
Sûriye:  MSDyê banga boykotê kir
Nuçe Belav bike

Îro xelkê Sûriyeyê ji bo hilbijartina parlamenteran biçe ser sindoqan.

Ji bo 250 kursiyên parlamentoyê hezar û 516 kean xwe kiriye namzed.

Hilbijartin li herêmên di bin desthilata hikûmeta Sûriyeyê de tê lidarxistin.

Hejmara kesên ku mafên wan ê dengdanê heye nehatiye ragihandin.

Dengder dikarin li 8 hezar û 151 navendên dengdanê deng bidin.

Li Siwêdayê xelkê dest daniye ser sindoqan

Li parêzgeha Siwêda ya başûrê Sûriyeyê ku piraniya niştecihên wê Durzî ne dest danîn ser sindoqên dengdanê û sindoq avêtin çopê.

Li bajarokê Mirdikê yê Siwêdayê hinek welatiyan li pêşiya avahiya şaredariyê kom bûn û nehiştin tîmên hikûmetê sindoqên hilbijartinan deynin.

Li gorî dîmenên li ser torên civakî belav bûne, xelk eşkere dike ku ew hilbijartinan qebûl nakin û ev bêtirî 50 salî yê ti guhertin û sûd ji van hilbijartin û parlamentoyê nedîtine.

Parêzgehên wekî Şam, Heleb, Lazqiye, Tartus, Hema, Kuneytire, Dera, Rif Şam û Siwêdayê di jêr kontrola rejimê de ne û tê pêşbînikirin ku hilbijartin li van parêzgehan bên lidarxistin.

Di hilbijartinên sala 2020an de Partiya Beasê ya Sûriyeyê 166 kursî û hevpeymanê wê Eniya Neteweyî ya Pêşverû jî 17 kursî bi giştî 183 parlementer bi dest xistibûn.

Parêzgeha Îdilibê û bajarên wekî Ezaz, El Bab û herêmên din l bakurê Sûriyeyê di jer kontrola komên çekdar ên mixalefeta Sûriye û Tirkiyeyê de ne.

Divê were gotin, bajarê Efrîn, Girê Spî, Serê Kaniyê yên Rojavayê Kurdistanê jî bi piştgiriya Tirkiyeyê ji aliyê komên çekdar ve hatibû dagirkirin.

Hilbijartin dê li herêmên di bin kontrola çekdaran de ye neyê lidarxistin.

MSDyê banga boykotkirina hilbijartinan kir

Meclisa Sûriyeya Demokrat (MSD) ku nûnertiya hemû alî û pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê dike daxwaza baykotkirina hilbijartinên Parlamentoya Sûriyeyê kir.

MSDyê ji hemû hêz û aliyên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê xwest ku bi ti awayekî tevlî wê hilbijartinê nebin.

MSDyê amaje bi wê yekê kir ku ev hilbijartin di demeke aloz de tên lidarxistin qeyrana Sûriyeyê kûrtir dibe.

MSDyê bangê civaka navneteweyî jî kir ku ji bo bi çareseriya siyasî guvaşên zêdetir li Şamê bike.

 

 

Vî nûçeyê tevayî: 272 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:28:36