Tammy Bruce: Em dixwazin Sûriye bihêztir be

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê got, “Em dixwazin Sûriye bihêztir be.”
25.06.2025, Çar - 11:27
Tammy Bruce: Em dixwazin Sûriye bihêztir be
Nuçe Belav bike

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Tammy Bruceyê ragihand, diyarkirina wekî Balyoz a Tom Barrack “amajeyeke girîng a ji bo ku karibe xwedî hikûmeteke çalak û aram be pêbendiya me ya piştgiriya Sûriyeyê ye”.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Tammy Bruceyê anî ziman:

“Ji bo ku welatên din ên herêmê karibin alîkariya hikûmeta nû bikin me hejmareke zêde ya cezayên li ser Sûriyeyê rakirin.”

Tammy Bruceyê li ser vegera dan û standinan a bi Îranê re got:

“Wekî hûn jî dizanin, di van çend rojên dawî de gelek tişt hatin guhertin, ji ber wê yekê ez behsa wan peyaman nakim ku ji bo Îranê, Koşka Spî yan jî ji Wezîr Rubio wekî Şêwirmendê Ewlehiya Niştimanî re hatine şandin.

Ez ji we daxwaz dikim ku ji bo vê pirsê pêwendiyê bi Koşka Spî re bikin.”

Tammy Bruceyê her wiha li ser Sûriyeyê anî ziman:

“Bêguman Barrack balyozê welatê me ye li Tirkiyeyê û em bi rêya karên wî, pêbendbûna xwe bi aramiya hikûmeta wan nîşan didin.

Her wiha, wekî hûn dizanin, me hejmareke zêde ya dorpêçan rakiriye da ku welatên din ên herêmê karibin alîkariya hikûmeta nû bikin û ew roj bi roj bihêztir bibe û karibe rûbirûyî komên terorîst, bi taybetî DAIŞê bibe.

Bi baweriya min ev yek pêbendbûna me bi awayekî zelal nîşan dide.

Balyoz Barrack li wê derê ye ji bo nîşandana hewlên me yên derbarê vê mijarê, bi taybetî di vê dema hestyar de ku gelek derfet hene.”(Rudaw)

 

Vî nûçeyê tevayî: 156 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:42:33