Tirkiyê êrîşî artêşa Sûrîye kir

Ajansa SANA ya dewleta Sûriyê ragihand ku hêzên Tirkiyê û hevbendên wê îro roja pêncşemê li bakurê rojhilata welêt Sûriyê li bajarê Til Temirê êrîş birin ser hêzên wê.
25.10.2019, Cum - 08:52
Tirkiyê êrîşî artêşa Sûrîye kir
Nuçe Belav bike

Ligor SANAyê belav kiriye ku hêzên Tirkiyê û komên ser bi wan li Til Temir êrîş birine ser xaleke artêşa Sûriyê û hêzên Sûriyê jî bersîva wan dane. Di encama êrîşê de kuştî û birîndarên leşkerên Sûriyê çêbûne.

Herwiha SANAyê belav kiriye ku hêzên Tirkiyê hewl didin gundên li dorûbera Til Temirê têxin bin kontrola xwe.

Piştî êrîşa Tirkiyê û vekişîna hêzên Amerîkayê ji Rojavayê Kurdistanê hêzên rejima Sûriyê derbasî bajarên Rojavayê Kurdistanê bibûn bo parastina bajarên Rojavayê Kurdistanê beramber êrîşên Tirkiyê û komên opozîsyona Sûriyê ku Tirkiye piştevaniyê li wan dike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1142 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:58:48