Trump: Tevayiya xaka di destê DAIŞ de, hate kontrolkirin
Serokê Amerîka dibêje, HSDê tevahiya xaka di destê DAIŞê de li Sûriyê kontrol kiriye.
01.03.2019, Cum - 03:04
Serokê Amerîka Donald Trump li serbazgeheke Amerîkî li Alaska ragehand, ku hêzên ku Amerîka piştevaniya wan dike, tevahiya xaka di jêr destê DAIŞê li Sûriyê kontrol kirin e.
Herwiha Fermandarê Hêzên Sûriya Demokrat Mezlûm Kobanê di girtevîdyoyekê de got, ku ew dê di dema hefteyekê de serkeftina temam bi ser DAIŞê de rabighînin.
Operasyona HSD a dorpêçkirina DAIŞ di asta xwe ya dawî de ye.
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1413 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:33:09