Vegera Koçberên Rojavayê Kurdistan destpêkir

Nebûna derfetên kar û qutbûna alîkariyan bû sedem ku bi sedên malbatên koçber ên Rojavayê Kurdistanê ji Herêma Kurdistanê vegerin Rojavayê Kurdistanê,.
20.11.2017, Pts - 13:38
Vegera Koçberên Rojavayê Kurdistan destpêkir
Nuçe Belav bike

Beşek ji wan malbatên ku di salên 2012 û 2013'an de ji ber rewşa xerab û derketina şer, ji Rojavayê Kurdistanê derketibûn û koçber bibûn, niha hêdî hêdî vedigerin nav malên xwe, lê ew rastî çend pirsgirêkan tên, ew dixwazin jinûve mala xwe ava bikin û derfeteke kar ji xwe re peyda bikin.

Koçbera vegeryayî Sûlav Xelîl wiha got: “Em di sala 2013an de koçberî başûrê Kurdistanê bûn. Em 5-6 salan li wê derê man, rewşa me gelek baş bû,hevjînê min karekî baş dikir,lê di dema dawî de rewşa me bi ber xerabûnê ve çû,ji ber rêxistinên mirovî hew alîkarî ji mere pêşkêş kirin. Derfetên kar jî neman, ev yek jî bû sedem em vegerin Rojavayê Kurdistanê. Malek me li gund heye, em bihêvîne ku hevjînê min karekî bibîne.”

Malbatên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê ku ji ber şerê Sûriyê koçberî Başûrê Kurdistanê bibûn, ji ber nebûna alîkariyan ji aliyê rêxistinên mirovî, û nepeydabûna derfetên kar careka din ji neçarî vedigerin Rojavayê Kurdistanê.

Dayikek ku nû vegeriya Rojavayê Kurdistanê dibêje saziyên navdewletî û navxweyî alîkariya wan nakin, û dibêje derfetên kar jî kêm in.

Dayika Mihemed jî got: “Em ji ber şer ji Şamê reviyan Başûrê Kurditanê. Di destpêkê de kar hebû û alîkarî jî gelekî baş bûn, lê ji mehekê û bi şûnde rewşa me ber bi xerabûnê ve çû. Ji ber ku derfetên kar neman, em neçarbûn vegerin Rojavayê Kurdistanê. Niha em di mala bavê xwe de li gund rûniştine.”

Tevî van astengiyan jî, Rojavayê Kurdistanê derbasî qonaxeke nû dibe, êdî rêyên berê yên koçberiyê dibin rêyên nû ji vegerê re.

Çavkaniyan li Cizîra Rojavayê Kurdistanê tekezî li ser wê yekê kirin, ku gelek malbatên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê ku li Başûrê Kurdistanê koçber bûn vegeryane ser mal û halên xwe.

rûdaw
Vî nûçeyê tevayî: 1315 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:29:13