Wezîrê Parastinê yê Amerîkaye: Me li Sûriyeyê bersiv da êrişan

Wezîrê Parastinê yê Amerîkaye Lloyd Austin got, “Me li rojhilatê Sûriyeyê du cebilxaneyên çek û teqemeniyan kirin armanc.”
27.10.2023, Cum - 11:10
Wezîrê Parastinê yê Amerîkaye: Me li Sûriyeyê bersiv da êrişan
Nuçe Belav bike

Wezîrê Parastinê yê Amerîkaye Lloyd Austin got, “Me li rojhilatê Sûriyeyê du cebilxaneyên çek û teqemeniyan kirin armanc.”

Lloyd Austin destnîşan kir ku ew cebilxane ji aliyê grûpên çekdar ên nêzîkî Îranê ve bi kar hatine.

Piştî destpêka şerê Hemas û Îsraîlê baregehên Amerîkayê yên li Îraq û Sûriyeyê tên armancgirtin.

Wezîrê Parastinê yê Amerîkaye ragihand ku wan bersiv daye êrişan û hêzên wan li rojhilatê Sûriyeyê du baregehên grûpên çekdar ên nêzîkî Îranê bombebaran kirine.

Lloyd Austin da zanîn ku balafirên şer ên Amerîkayê du cebilxaneyên çek û teqemeniyan kirine armanc.

Wezîrê Parastinê yê Amerîkaye Lloyd Austin amaje pê kir ku wan ev êriş, wekî bersiva “êrişên sernekftî” yên grûpên milîs ên nêzîkî Îranê pêk aniye.

Herwiha di vê êrişê de du balafirên F-16 baregehên grûpên nêzîkî Îranê kirine armanc.

21 leşker jî birîndar bûne

Lloyd Austin diyar kir ku bi sedema êrişên wan grûpan, heta niha belênderekî (mutehît/taşeron) Amerîkayî miriye û 21 leşker jî birîndar bûne.

Li aliyê din, berpirsên Pentagonê (Wezareta Parastinê ya Amerîkayê) da zanîn ku ev êrişa wan, îro saet 04:30î hatiye encamdan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 820 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:09:36