YPG: Bi alîkariya Rûsya û hevpeymanê me Dêra Zor kontrol kir

YPG\'ê jibo Dêra Zorê Daxuyaniyek da û ragihand ku wan bi alîkariya Rûsya û hevpeymana navdewletî ya DYA pêşengiya wê dike tevahiya çoltera Dêra Zorê kontrol kir.
03.12.2017, Paz - 13:10
YPG: Bi alîkariya Rûsya û hevpeymanê me Dêra Zor kontrol kir
Nuçe Belav bike

Yekîneyên Parastina Gel bi daxuyaniyekê ragihand ku Hêzên hevpeymana Navdewletî û Rûsyayê piştgiriya hewayî û lojîstîkî û herwiha kordînasyon û şêwirmendî dane wan daku çoltera rojhilatî ya parêzgeha Dêra Zorê vegerînin.

Herwiha YPG\'ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hêvî dikin ew piştgirî zêde bibe.

Di berdewamiya daxuyaniyê de YPG\'ê destnîşan kir ku \"bidawîbûna şerî, êdî em lipêşberî peywirên stratejîk in ku em jiyaneke aştiyane damezirînin û binesaziyan ava bikin.

Ji aliyê din ve, YPG ragihand ku dê encûmen û birêveberiyên herêmî damezirînin ku ji eşîr, mezin û kesayetên rêzdar pêk tê daku nûneritiya hemû pêkhateyan herêmê yên ereb û kurd û yên din bikin.

YPG bangî hêzên navdewletî yên li Sûriyeyê dixebitin û di serî de Rûsya û Amerîka kir ku bibin garantor ji bo çareseriyeke aştiyane û demokratîk û herwiha herêmên rizgarkirî biparêze.

sputnîk
Vî nûçeyê tevayî: 1583 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:56:34