Amerîka ji bo YPGê dest bi şandina çekan kir

Piştî biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a roja sêşemê, Amerîka ji bo Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dest bi şandina çekan kir.
12.05.2017, Cum - 09:15
Amerîka ji bo YPGê dest bi şandina çekan kir
Nuçe Belav bike

Li gorî nûçeya malpera El Masdar Newsa libnanî, Amerîka wesayîtên zirxî yên leşkerî duhî roja pênçşemê li derdora Bendava Tebqayê teslîmî hêzên YPGê kir.

Yek ji fermandara YPGê ku di binê baskê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye Cihan Şêx Ehmed di axaftina xwe de got: "Ev gaveke erênî ye. Em hêvî dikin ev alîkarî têrî rizgarkirina bajarê Reqqayê û tunekirina rêxistina terorîst a DAIŞê bike."

i aliyê din ve berdevkê koalîsyona dijberiya DAIŞê Mîralay John Dorrian 2 roj berê di axaftina xwe de gotibû "Çekên ku em bidin YPGê hinek ji wan lji xwe li herêmê ne û yên mayîn jî wê bi awayekî lezgîn werin belavkirin."

Herwiha li gorî hinek îdîayan sewkiyata pêşî duhî gihîşte bajarê Qamişloyê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1969 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:49:39