Komên girêdayê ASAyê êrişî çeperên HSDê kirin
Odeya operasyonan a Ehl El-Diyar ku bi ser Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) ve ye ragihand ku şevê din wan êrîşî bingehên HSDê yên li bakurê gundewarê Helebê kirine û di encamê de jî 6 şervanên HSDê birîndar bûn.
10.12.2017, Paz - 08:50
Li gorî nûçeya Kurdistan 24ê wê hêzê diyar kiriye ku di encama êrîşê de jî, wan dest danîne ser hin çekên HSDê û piştre jî endamên wan ber bi navçeyên xwe ve vekişiyan.
Li gundewarê Heleb rojane şer û pevçûn di navbera hêzên Sûriyeya Demikratîk (HSD) û komên girêdayî ASAyê de diqewimin, ji ber ku opozisyon dixwaze ew navçeyên HSDê ji destê wan derxistiye vegerînin.
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1920 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:59:55