Piştî civîna li gel YPG'ê ji Rûsyayê daxuyanî

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di derbarê civîna ku li bajarê Dêre Zorê li gel hêzên YPG'ê pêkanîbûn de got, gavên ku piştî qedandina DAÎŞ'ê werin avêtin hatin nirxandin.
05.12.2017, Sal - 08:44
Piştî civîna li gel YPG'ê ji Rûsyayê daxuyanî
Nuçe Belav bike

Navenda lihevanîna Rûsî li Sûryê ya ser bi wezareta berevaniya Rûsya ve ragihand: Hêzên Kurdî amadebûna xwe ji bo parastina serbazên Rûsî li Rojhilatê Ava Ferad diyar kirine û ewê di demeke nêzîk de rojhilatê Çemê Ferêt kontrol bikin.

Di daxuyaniya wê navendê de hatiye ku, yekem civîna şandên komîtên rêvebirina herêmên rojhilatî ava Firatê hatiye lidarxistin û têde nûnerên Rûsya jî amade bûn.

Heman navendê diyar kir ku firokeyên wan piştevaniya hêzên êlên Dêra Zorê û yên Kurdan dikin di şerê li dijî DAIŞ'ê de li rojhilatî ava Firatê.

Her wiha hêjayê gotinê ye ku heta niha ji Tirkiyê di derbarê vî civînê da tu bertekek nehatiye dayîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1511 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:16:38