Kahl di makaleya xwe ya ku bahsa sê salên dawî ya plankirina şerê Sûriyeyê û hevkariya DYAyê ya bi YPGê re dike de dibêje:"Israra Tirkiyeyê ya bo herêmên ji firînê re bêne qedexekirin, Amerîkayê anî wê astê ku nêzî YPGê bibe."
Kahl makaleya xwe ji kovara binavê Foreign Policy ê re amade kiriye û dibêje: "Endîşeyên Tirkiyeyê yên bo YPG tê femkirin. Tiştê ku pir ne aşkere ye ew e ku hin qerarên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdoganî li pêşiya yekîtiya Amerîka û Tirkiyeyê ya li dijî DAIŞê bûn asteng. Ji ber vê rewşê DYA û YPG nêzî hev bûn û di nava demê de HSDê derkete holê."
Li gorî makaleya Kahlî, dema ku Kobanê di destê DAIŞê de bû di sala 2014an de planek pêşkeşî Tirkiye kiriye. Plan ji aliyê General John Allen û alîkarê wî Brett McGurkî ve hatiye amadekirin. Di vê planê de dê Baregehên Tirkiyeyê li dijî DAIŞê bihata bikaranîn û dê sînorên Tirkiyeyê, ji aliyê hêzeke hevpar yê Tirk û DYAyê ve bi temamî ji DAIŞê bihata paqijkirin, lê ew hêz nehate avakirin. Kahlî her wiha balê dikişîne ser hêzên Tirk û dibêje:"Eger hêzek bihata avakirin, dê Hêzên Taybet ên Tirk perwerdehî bidana wî hêzî."
Kahl dibêje:"Erdogan di fikrê xwe yê herêmên ji firînê re qedexe de israr kir. Di sermawêza 2014an de dema ku Alîkarê Serokê Amerîkayê Joe Biden çû Stenbolê Ahmet Davutoglu pişgirî da wê planê, lê piştî vê hevdîtinê Biden bi Serokomarê tirk re hevdîtin kir. Ew hevdîtin demeke dirêj dom kir. Lê Erdogan qane nebû. Xwest ku pişgrî bidin rêxistina nêzî EL Qaîdeyê ya binavê Ahrar û Şamê. Lê ew rêxistinek ku ji perspektîfa Amerîka dûr bû. Erdogan pêvajoyê anî heya îro."