Şervanên YPGê berê xwe didin herêmeke din

Fermandarê Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku YPG pêşengiya wê dike Şêrgo Hesekê di axaftina xwe de ragihand ku piştî kontrolkirina El Dîşeşê wê berê xwe bidin Hecînê.
24.05.2018, Per - 07:15
Şervanên YPGê berê xwe didin herêmeke din
Nuçe Belav bike

Fermandarê Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku YPG pêşengiya wê dike Şêrgo Hesekê di axaftina xwe ya ANHAyê de got: "Piştî paqijkirina rojhilatê Firatê ji milîtanên DAIŞê em ê xebatên xwe berdewam bikin. Dema rizgarkirina devera El-Dişêşa sînor bi dawî bû em ê dest bi rizgarkirina bajaroka El-Hecîn a stratejîk bikin û hemû herêma rojhilatê çemê Firatê ji DAIŞê paqij bikin."

Şêrgo Hesekê di berdewamiya axaftina xwe de dibêje: "Duhî herêma Birc ji bombe û mayînên DIAŞê hat paqijkirin. Hêzên taybet ên girêdayî HSDê xebatên xwe ji bo parastina sivîlan berdewam dikin. Bi taybet li bajaroka El-Hecîn û derdora wê da ku ji aliyê milîtanên terorîst ve weke mertalên zindî neyên bikaranîn."

Hesekê di dirêjiya axaftina xwe de dibêje: "Her roj bi sedan welatiyên sivîl ê Hecînê berê xwe didin herêmên rizgarkirî yên HSDê. Terorîstên DAIŞî sivîlan dikin armanc û lewma dixwazin herêmê biterikînin."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1863 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:56:40