Şervanên QSD'ê 2 DAÎŞ'î înfaz kir

Hat îdîakirin ku Şervanên Quwetên Surya Demokratîk 2 endamên DAÎŞ'ê înfazkir.
17.07.2017, Pts - 10:31
Şervanên QSD'ê 2 DAÎŞ'î înfaz kir
Nuçe Belav bike

Tê îdîakirin ku 2 şexsên ku endamên DAÎŞ'î tên zanîn alî Şervanên Hêzên Suriya Demokratîk ve tê îşkence kirin û înfaz kirin.

Derbarê vî mijarê de di navê de Çavdêriya Mafê Mirovan a Suryê jî heyî gelek rêxistinên mafê mirovan, Hêzên Surya Azad ku Tirkiye piştevanî dike navê de ev îdîa bilêv kirine û dîmenên vî mijarê de ku 2 şervanên QSD'ê dîmenan de îşkence li van şexsa dikin tora civakî de weşandibûn.

Piştî van weşanan QSD'ê derbarê vî mijarê de daxûyanî da û got, ev bûyer nayê qebûl kirin, wê derheqî vî mijarê de jibo lêkolînên hewceyî komîsyona lêkolînê bê avakirin.

Berdewama axaftina xwe de Fermandar Şervan Dervîş got ku ev bûyer nayê qebûl kirin, ev dîmen zirar dide îlkeyên me û teqez nîne ku ew ê ev suç kirine ji endamê me ne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1668 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:40:36