104 kesan ji bo dersa Kurdî daxuyaniyek belav kir

Ji gelek pîşeyan 104 şexsiyetên Bakurê Kurdistanê banga hilbijartina dersa Kurdî kir.
11.02.2025, Sal - 07:39
104 kesan ji bo dersa Kurdî daxuyaniyek belav kir
Nuçe Belav bike

Ji bo hilbijartina dersên Kurmancî û Kirmanckî yên polên 5-6-7 û 8an xebatên sazî û rêxistinên sivîl ên Kurdan berdewam in.

Xwendekar dikarin heta 17ê Sibatê li dibistanên navîn dersên Kurdî hilbijêrin.

Rêxistin, komele, sazî û kesayetiyên sivîl ên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, ji aliyekî ve li ser cade û kolanan belavokan belav dikin û zanyariyan didin xelkê, ji aliyê din ve diçin serdana dibistanan û bi birêvebiran re hevdîtinan dikin.

Komeke parêzer,  mamoste, siyasetmedar, bazirgan 104 kesan bi daxuyaniyeke hevbeş banga hilbijartina dersa Kurdî kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin ji sala 2012an û vir ve li dibistanên navîn ên girêdayî Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê dersên nemecburî yên Kurdî tên dayîn.

Welatiyan Bakurê Kurdistanê destnîşan kir ku ew ders di rêya perwerdehiya bi zimanê zikmakî de gaveke girîng e û divê bê bikaranîn.

Li gorî daxuyaniyê ev ders ji bo çêkirina kadroyên mamosteyan û bicihkirina perwerdehiya Kurdî derfeteke girîng e.

“Divê zarok bên teşwîqkirin”

Di daxuyaniyê de behsa girîngiya dersa Kurdî hat kirin û wiha hat gotin:

“Divê civak were agahdarkirin û zarok ji bo van dersan bên teşwîqkirin.

Ev ders gaveke ber bi perwerdehiya bi zimanê dayîkê ve ye û dibe sedema vekirina ciyan ji bo mamosteyan û afirandina bernameyeke standard.

Di nav nifşên nû de axaftina bi Kurdî bi lez kêm dibe û asîmîlasyona dewletê cihê xwe dide xwe-asîmîlasyonê.

Ji bo rêlibergirtina vê, divê zarok him li malê him jî li dibistanê bi zimanê xwe bên perwerdekirin.

Eger em vê nekin, em ê mîrateya xwe ya bi hezar salan winda bikin û li hemberî zarokên xwe sûcdar bibin.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li her kesî tê kirin ku ji bo bi pêşxistina van dersan û perwerdehiya bi zimanê zikmakî erkên xwe bi cih bînin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 525 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:45:20