Tevî ku 11 sal di ser komkujiyê re derbas bûne jî, hemû lêpirsînên derbarê berpirsyar û kiryaran de hatine girtin û daxwaza dadweriyê ya malbatan jî didome.
Li Roboskî di salvegera komkujiyê de, qurbanî li ser gorên wan hatin bibîranîn.
Her wiha hat ragihandin ku Roboskî, li gund tedbîrên tund ên ewlehiyê hatine girtin.
Malbatên ku wêneyên zarokên xwe yên hatine kuştin di destên xwe de hilgirtine gotin ku ew daxwaza dadweriyê dikin.
Di 7ê Çileya 2014an da Dozgeriya Leşkerî ya Sererkaniya Tirkiyê derbarê doza komkujiyê de biryara neşopandinê dabû. Malbat û xizmên 34 qurbaniyên Roboskiyê li bendê ne ku bi darizandinekê dadwerane kiryar û berpirsyarên komkujiyê bêne cizakirin.
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê duhî bi boneya Salvegera Komkujiya Roboskiyê li Diyarbekirê civîneke çapemeniyê li dar xist. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew ê komkujiyê piştguh nexin û heta berpirs werin sizadan dê têbikoşin