2 cerdevan mirin

Li Bakur û Başûrê Kurdistanê 2 cerdevanên Tirkiyeyê mirin.
20.11.2024, Çar - 10:09
2 cerdevan mirin
Nuçe Belav bike

Li gorî medyaya fermî ya Tirkiyeyê (AA), cerdevanên Bedlîsî yên bi navên Çetîn Ozdag (46) û Ecevît Kayli (50) ji ber “krîza dil” mirine.

Hat gotin ku Çetîn Ozdag ji gundê Mezremîranê yê navçeya Motkanê ya Bedlîsa Bakurê Kurdistanê ye.

Dema ew li Başûrê Kurdistanê bû krîza dil kiriye û li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê miriye.

Hat destnîşankirin ku Ecevît Kayli jî ji gundê Kîzankê yê Motkanê ye û dema wî li gundê xwe cerdevanî dikir ji ber “krîza dil” miriye.

Li gorî heman çavkaniyê, termên her du cerdevanan hatine veşartin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 330 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:44:00