27ê Hezîranê li Diyarbekirê rûniştina doza kuştina Mehmed Sîncar birêve diçe

Li Baroya Diyarbekirê derbarê doza kuştina Mehmet Sîncar de civînek çapemeniyê hat li darxistin. Di civînê de bal hate kişandin ku berpirsên kuştina Mehmet Sîncar her çiqas hatibin sizadan jî, bi awayekî serbest li derve ne.
22.06.2022, Çar - 14:33
27ê Hezîranê li Diyarbekirê rûniştina doza kuştina Mehmed Sîncar birêve diçe
Nuçe Belav bike

Cîhan Sîncar hevjîna Mehmet Sîncar, Serokê Baroya Diyarbekir Nahît Eren, Serokê Şaxa Diyarbekir ê Komeleya Mafên Mirovan Abdullah Zeytun û Parlementera HDPê Merla Daniş Bêştaş derbarê doza kuştina Mehmet Sîncar de civînek çapemeniyê li dar xistin û bang kirin ku dê 27ê Hezîranê rûniştina doza kuştina Mehmet Sîncar li Diyarbekir birêve biçe û bila raya giştî girîngiyê ji bo dozê nîşan bide.

Hevjîna Mehmet Sîncar amaje kir ji ber ku Mehmed Sîncar Kurd bû û ji berk u doza mafên Kurdan dimeşand, hat kuştin. Meral Daniş Bêştaş jî bal kişand ku Cîhan Yildiz ê di doza Mehmet Sîncar de sizayê hetahetayî xwaribû û endamê Hizbullahê bû ji ber ku sizayê wî hat rawestandin, serbest hatiye berdan û 29 sal in kuştina parlementerekî li erdê maye û Parlementoyê jî derbarê kuştinê de gavek neavêtiye.

Mehmet Sîncar Parlementerê Partiya Demokrasiyê DEPê yê Mêrdînê bû û di 4ê Îlona 1993yan de li Êlihê dema lêkolîn derbarê kuştinên kiryarnediyar de dikir rastî êrîşek çekdarî hat û hat kuştin. Kuştina Mehmet Sîncar hîn jî nehatiye ronîkirin û di kuştinê de navên JÎTEM, TÎT, Hizbullahê derbas dibin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 504 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:19:57