3 meh in 3 gundên Amedê bêav in

Li gundê Zeynikan, Zozinca Jorîn û Şînayî yên bi ser navçeya Sûra Amedê havînek bêav derbas dibe. Lewra 3 meh e ava vexwarinê ya her sê gundan jî nîn e.
06.08.2022, Cts - 06:11
3 meh in 3 gundên Amedê bêav in
Nuçe Belav bike

Li gundê Zeynikan, Zozinca Jorîn û Şînayî yên bi ser navçeya Sûra Amedê havînek bêav derbas dibe. Lewra 3 meh e ava vexwarinê ya her sê gundan jî nîn e.

Yek jî ji wan gundên bêav Şînayî ye. Tevî ku gundiyan heta niha bi dehan caran serî li sazîya qenelîzasyon û avê ya DÎSKÎ yê dane jî pirsgirêka wan çareser nebûye. Ji ber vê yekê ye ku di vê werza havînê de ji ber nebûna avê gundî neçar mane û bi lêçûnek zêde bi sondajan bîrên avê vedikin.

Şênîyê gund Elî Vûran got “Ji ber av tuneye kanalîzasyonên me jî xitimîne.Yanî ji bêhna pîs nexweşî dê çê bibin, kolera dê çêbe, dê tîfo çêbe ji ber wê lazim e av,av,av,av. Çareseriya vê meseleya me jî ew e, divê bingeha şebeka avê ya gund were nûjenkirin. Hinek şexsiyek avê bi qaçaxî dibin, divê rê li ber wê ava qaçax were girtin ku av bigihije her taxî, her gundî encax çare ev e.”

Li gor gundiyan 12 sal berî niha kompaniya ku jêrxaneya gund û şebekeya avê ya gund çêkirine alavên qers û bêkalîte bikaranîne û ji ber wî ye ku boriyên şebekeya avê her diteqin û ev pirsgirêka wan ya bêavbûne berdewam her hebûye.

Şêniyê gund Remzî Langal got “Ji ber ku av tune em bi tankêran av dikşînin ji bo dewarên xwe, ji bo mala xwe.”

Parlementera HDP a Amedê Remzîye Tosûn jî di derbarê bêavbûna her sê gundan de pêşniyazpirsek da ye parlementoya Tirkiyê û ji Wezîrê Çandinî û Daristanan Vahît Kireşçî daxwaza çareserkirina pirsgirêka gundiyan kirîye lê hêj ji wezîr bersivek nehatîye dayîn.

Şêniyê gund Şeban Satî anî ziman “Ava min tune bû jî dîsa jî ji min re fatore hat. Ez çûm min milyarek deynê xwe da min got werin pîverê jî bibin.”

Şêniyê gund Mihme Şirîn Lale diyar kir “Em diçin avên hazir tînin vedixwin. Gundî bi tankêran diçin avê tînin em jî vê rezîlatiya xwe dikşînin. Heşt meh e dilopek avê nehatiye mala min.”

Şêniya gund Wehîbe Polat ragihand “Her meh tên 100-200 lîre fatora dibirin û diçin. 6-7 meh in av jî nehatiye mala me.”

Di halê heyî de weke çareyek derbasok gundiyan bi hevkarî di nav gund de bîrek avê kolane û rojane ava pêwîst ji wî bîrê dabîn dikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 503 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:08:57