5 gerîlayan canê xwe ji dest da

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku di şerê Artêşa Tirkiyeyê û gerîlayên PKKê de 5 gerîlayan canê xwe ji dest daye.
20.06.2024, Per - 11:01
5 gerîlayan canê xwe ji dest da
Nuçe Belav bike

Medyaya nêzîkî PKKyê ragihand k u Artêşa Tirkiyeyê roja 18ê Hezîranê li bejahiya gundê Xirbêkûrê yê navçeya Heskîfê ya Êlihê dest bi operasyonê kir.

Herwiha li quntara Çiyayê Agiriyê bi beşdariya leşker, polîs û cerdevanan operasyona leşkerî hatibû destpêkirin.

Ew herêm ji çûn û hatina sivîlan re hatibûn qedexekirin tevgerek zêde ya helîkopteran hebû.

Doh li navçeya Heskîfê ya Êlihê jî di navbera Artêşa Tirkiyeyê û gerîlayên PKKyê de şer derketibû.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê Xê dîmenên operasyona li Çiyayê Agiriyê belav kirin.

Alî Yerlîkaya ragihand ku  di operasyonên li Agirî û Êlihê de 5 gerîlayan canê xwe ji dest daye.

Yerlikaya got, di operasyona li navçeya Bazîdê ya Agiriyê de gerîlayê bi navê Yilmaz Oner ê kodnavê wî Şêxmûs Milazgir û li navçeya Heskîfê ya Êlihê jî gerîlayên bi navê Şakir Erdemci yê kodnavê wî Şervan Botan, Hazret Kaçara kodnavê wê Eylem, Nurettin Tekinê kodnavê wî Nurhaq û Zeynep Ozkana kodnavê wê Axîn canê xwe ji dest daye.

Parêzgariya Êlihê doh biryar da ku çûn û hatina li Çiyayê Mavayê yê li navçeya Heskîfê di navbera 19ê Hezîranê û 3ê Temûzê de bo 15 rojan were qedexekirin.

Ji aliyê din ve PKKyê heta niha derbarê her du şeran de ti daxuyanî nedaye.

 

Vî nûçeyê tevayî: 251 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:44:12