Serhildana ku bi navê Şêx Seîd nasyar e, rêxistineke stratejîk li xwe digre. Ev rêxistin Komîteya Îstîqlal a Kurdistanê ango Rêxistina Azadî ye ku, di sala 1922yê de li Erziromê di Serokatiya Mîralay Xalid Begê Cibrî de hatibû damezirandin.
24 kadirên serbazî yên pilebilind ku Îhsan Nûrî Paşa û Îsmaîl Heqî Şaweys du ji wan in û rewşenhizrên wekî Dr. Fuat, Kemal Fewzî û Yusuf Ziya û sedan pêşengên wê yên olî û civakî, ji aliyê rêxistiniya kadiran ve stratejîkbûna herî diyar a rêxistina Azadiyê ye, ji bilî bernameya wê ya siyasî.
Avakirina Kurdistaneke serbixwe û yekgirtî aramanca wê ya sereke bû û heta Peymana Lozanê ku îsal sedsaliya wê ye, Azadiyê xebatên rêxistînî nekir.
Lê dema Peymana Lozanê Kurdistan perçe û dabeş kir, amedekariyên serhildanê jî destpê kirin.
Ji Şêx Mehmûdê Berzencî heta Simkoyê Şikak pêwendî hatin kirin.
Tam di vê navberê de ji ber şaştêgihiştinekê rêxistinî di 4ê Îlonê ya sala 1924ê de li Beytûşebapê serhiladaneka biçûk rû da û piştî vê bûyerê mejiyê rêxistina Azadî Xalid Begê Cibrî û Yusuf Ziya hatin girtin. Zindanîbûna mejiyên Azadiyê hemû pilan û stratejiyên serhildanê jî têk dan.
Bûyera Pîranê jî bêbextiya duyem bû. Di 13ê Sibatê ya sala 1925ê de li Pîrana Diyarbekirê hejmarek serbaz xwestin çend kesên li cem Şêx Seîd desteser bikin. Ev e pîlanekê dewletê bû bo teqandina serhildanê berî dema xwe û Şêx Seîd dema ew kes radest nekirin şerek ku dê bûbaya çirûska serhildanê rû da û Şêx Seîd ji nişka ve bû rêberêrê olî û netewî ya serhildanê.
Serhildan, di demek gelek zû de ji sê milan ve li aliyê Mûş, Xarpêt û Diyarbekirê ve belav bû û hejmarek bajarok hatin girtin.
Lê ji ber ku serhildan ji ber sê sedeman, bêyî dema xwe, beyî beşdariya kadirên serbazî û bêyî çi piştgiriyeke navnetewî destpê kiribû, ji aliyê artêşeke nîzamî ve hate şikênandin. Piştî şikênandina serhildanê di 14ê Nîsanê de jî Xalid Begê Cibrî, Yusuf Ziya, Mele Evdirehmanê Şirnexî, Teymen Alî Riza û Faîk Beg ji aliyê Dîwana Herbê ya Bidlîsê ve hatin kuştin.
Piştî rojek din jî Şêx Seîd Efendî hate girtin û li Diyarbekirê di berbangekê 29ê Hezîranê de digel 46 hevalên xwe hatin sêdarkirin. Heta niha jî ne cihê gorên wan diyar e, ne jî arşîvên dadeghkirinên wan hatine eşkerekirin.
98 sal berê hêviya avakirina Kurdistana mezin li ber bircên Diyarbekirê nîvço ma. Lê îro ew hêvî li ser bircên Hewlêrê pêl dibe.