AFADê amarên nû yên erdheja Mereşê ragihand

Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand, heta niha di erdheja Mereşê de li 11 bajaran 36 hezar û 187 kesan canê xwe jidest dane.
16.02.2023, Per - 08:58
AFADê amarên nû yên erdheja Mereşê ragihand
Nuçe Belav bike

AFADê amarên nû yên erdheja Mereşê eşkere kirin. AFAD dibêje, piştî erdheja 6ê Sibatê 4 hezar û 323 erdhejên paşekî çêbûn.

AFADê ragihand: “Heta niha di erdhejê de li Mereş, Dîlok, Riha, Amed, Meletî, Semsûr, Xarpêt, Kilîs, Osmaniye, Hatay û Edenê bi tevahî 36 hezar û 187 kesan canê xwe jidest dane. Ji herêmên erdhejê 216 hezar û 347 kes bo cihên din hatine veguhestin.”

Roja Duşemê 6ê Sibatê erdhejeke mezin bi pileya 7.7 pileyê rîxter ku navenda wê navçeya Bazarcix a Mereşê li Bakurê Kurdistanê bû, Bakurê Kurdistanê û çend parêzgehên Tirkiyê hejand. Di heman rojê danê nîvro de erdhejeke din bi hêza 7.6 pileyê rîxer navçeya Elbistan a Mereşê hejand.

Erdhejê bandor li Mereş, Dîlok, Riha, Semsûr, Meletî, Hatay, Osmaniye, Xarpêt, Edene û Amedê jî kir û bûye sedema wêraniyeke mezin û mirina bi sedan kesan û birîndarbûna bi hezaran kesên din.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 434 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:05:47