Agirî: Cenazeya zarokeke winda di çala kanalîzyonê de hat dîtin

Li parêzgeha Agirî ya Bakurê Kurdistanê cenazeya zarokeke 6 salî ya ku winda bibû di çaleke kanalîzyonê de hat dîtin.
02.06.2023, Cum - 05:52
Agirî: Cenazeya zarokeke winda di çala kanalîzyonê de hat dîtin
Nuçe Belav bike

Li gor zanyariyan roja Înê 1ê Hezîrana 2023an, hevjînên bi navên Reîs Ulgay û Guleser Ulgay di demjimêrên nîvro de tevî keça xwe ya 6 salî Mîray Asel çûn axura ajelên xwe. Piştî demekê keça wan Mîray ji ber çavên wan winda bû.

Malbata navborî li ser vê yekê tîmên cendermeyan û tîmên Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) agahdar kirin.

Tîman bi makîneyên kar li çala kanalîzsyonê ya li pişt axurê dest bi xebatên lêgerînê kirin.

Di encama xebatan de cenazeya Mîray Asel di çala kanalîzasyonê de hat dîtin û ji bo karûbarên otopsiyê bo beşa miriyan a Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînan a Agiriyê hat birin.

Hat ragihandin ku li ser bûyerê lêkolîn hatiye destpêkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 302 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:32:56