Alî Yerlîkaya: Li Sêrtê 4 endamên PKKê hatin bêbandorkirin
Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyeyê ragihand, li Berwariya Sêrtê li hember PKKê operasyoneke leşkerî hatiye kirin û di encama operasyonê de, 4 endamên PKKê hatine bêbandorkirin.
27.07.2024, Cts - 12:59
Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ji hesabê xwe yê “X” ragihand, li bejahiya Berwariya Sêrtê li hember PKKê operasyonek serbazî hatiye kirin ku di encama operasyonê de, 4 endamên PKKê hatine bêbandorkirin ku ji 2 ji wan di lîsteya pirteqalî de û 2 jî di lîsteya gewr de cih digirtin.
Nav û nasnavên kesên di lîsteya pirteqalî de cih digirtin wisa ne: Semra Ayverdî ku nasnava wê Benda Amed û Seyîthan Sencer ku nasnavê wî Baran Hemlîn. Kesên di lîsteya gewr de jî, Yakup Nîşo nasnavê wî Sari Îbrahîm û Bîşenk Dûrmûş nasnava wê Destîna Botan in.
Daxuyaniya Wezîrê Karên Navxweyî de bal tê kêşan ku kesên hatine bêbandorkirin di çalakiyên kuştina 6 endamên hêzên ewlekarî û 5 sivîlan de û birîndarkirina 6 hêzên ewlekariyê û 11 sivîlan de cih girtine.
Vî nûçeyê tevayî: 421 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:40:11