Amed: Bi çekan êrişî 2 kafeyan hat kirin

Li Parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê 2 kafe rastî êrişa bi çekan hat.
12.07.2024, Cum - 10:12
Amed: Bi çekan êrişî 2 kafeyan hat kirin
Güneydoğu Ekspres
Nuçe Belav bike

Li gorî nûçeya Gunedogu Ekspresê, li navçeya Sûrê ya Amedê bi bombeyên deng û çekan êrişî kafeyên bi navê Karga û Hewşê hate kirin.

Herwiha di êrişan de ti kes birîndar nebû.

Li aliyê din, polîsan li cihê bûyerê dest bi lêkolînê kir.

Derket holê ku beriya êrişê gef li her du kafeyan hatiye xwarin.

Beriya niha jî li Amedê êrişê şaxên Starbucks û Burger Kingê hatibû kirin.

Vî nûçeyê tevayî: 363 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:08:37