Amed: Ji 645 kesayet û saziyan piştgirî bo xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê

Li Amedê li ser navê 645 siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd ji bo piştgirîya xwepêşandanên gelê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê daxuyaniye hat dayîn.
18.10.2022, Sal - 11:02
Amed: Ji 645 kesayet û saziyan piştgirî bo xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê
Nuçe Belav bike

Ji bo piştgirîya xwepêşandanên gelê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, Îro Sêşemê 18ê Cotmeha 2022yan li Cemîyeta Rojnamevanan a Amedê, li ser navê 645 sazî, siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd daxuyaniyeke rojnamevî hat xwendin a daxuyanî Kurdî rojnamevan Roza Kurd, ya siyasetmeda Wasif Qehreman û Zazakî jî Nivîskar Seîd Veroj ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de tê diyarkirin ku i tevî hemû zixt û zordariya Îranê, tevgera sivîl a xelkê li her derê bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê belav dibe û geş dibe.

Roza Kurdî got: “Ev tevgera berxwedana ku bi çirûska bûyera Jîna Emînî vêketîye, bûye sedemê têkoşîna hevpar a neteweyên bindest ên wekî Kurd, Belûc, Azerî, Ereb û yên din li hemberê serdestîya neteweya Faris. Ligel van hemû zixt û zordarîyan, grubên etnîkî û neteweyî yên li Îranê, daxwaza sîstemekê federalî dikin.”

Keseyet û saziyên navborî herwiha bang li hemû raya giştî ya demokratîk û mafnasên dinyayê, rêkxistina Neteweyên Yekgirtî, Yekîtiya Ewropa, Konseya Ewropa, Teşkîlata Yekîtîya Ereban û rêkxistinên din ên navneteweyî kirin ku piştevanîya “berxwedana meşrû û sivîl ya xelkên Îran û Rojhelatê Kurdistanê bikin û li hemberê zordarî û qetlîamên rejîma despotîk helwesta xwe nîşan bidin û midaxaleyê wê bikin.”

Roja 13ê Îlona borî keça Kurd Jîna Emînî ji aliyê polîsên exlaqê yên Îranê ve ji ber hîcabê hat girtin û 16ê heman mehê nûçeya canjidestdana wê hat ragihandin, vê yekê nerazîbûneke zêde li navxwe û cîhanê bi pey xwe de anî, di encam de gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê û hemû pêkhateyên Îranê dijî hikûmeta wî welatî dest bi xwepêşandanan kirin.

Xwepêşandan roja 18ê Îlona 2022an li dijî kuştina keça Kurd a ji Seqizê Jîna Emînî dest pê kir û ew xwepêşandan hêj berdewam in.

Daxuyanî wiha ye:

“Em Silav li Berxwedana Mafdar û Meşrû ya Gelê Îranê û Rojhelatê Kurdistanê Dikin!

Keça Kurd Jîna Emînî ya ku ji alîyê polîsên dewleta dagirker a Îranê ve bi êşkence û lêdanê hate qetilkirin, di dema merasîma axsipartina wê de li bajarê Saqiza Rojhelata Kurdistanê, xwepêşandana dest pê kirin û ew xwepêşandan li hemû bajarên Îranê belav bûn. Bi tevî hemû zixt û zordarîya Dewleta Îranê, tevgera sivîl a xelkê li her derê bajarên Îranê belav dibe û geş dibe. Ev xwepêşandan/raperîn, bi piştgirî û berxwedana grubên bindest ên netewî, etnîkî, mezhebî û jinan li tevayê Îranê hêrsekê mezin û tevgerekê berxwedanê derxistiye meydanê.

Rejîma Îranê rejîmeke otokratîk/despotîk a weha ye ku bi tu awayî rêz li mafên mirovan, wekhevî û mafê jinan, mafê netewî û demokratîk ên nasname û kulturên ciyawaz nagre û qebûl nake. Îranê, kariye heta îro gelek netewe û gurubên etnîkî yên wekî Azerî, Kurd, Belûc û Ereban bi zixt û zordarîyê di bin serwerîya neteweya Faris û nasnameya Îranî de ligel hev bigre. Digel van hemû zixt û zordarîyan, grubên etnîkî û neteweyî yên li Îranê, daxwaza sîstemekê federalî dikin.

Ev tevgera berxwedana ku bi çirûska bûyera Jîna Emînî vêketîye, bûye sedemê têkoşîna hevpar a neteweyên bindest ên wekî Kurd, Belûc, Azerî, Ereb û yên din li hemberê serdestîya neteweya Faris. Rejîmê heta niha nekarîye raperîn û berxwedana jinan, ciwanan, xwendekaran, Kurdan û Belûcan biçewisîne, berûvajê wî hemû tebaqeyên xelkê Îranê tevlî vê serhildanê bûne. Li rojhelatê Kurdistanê, bi bangewazîya Navenda Hevkarîya Partîyên Kurdistanî gireveke giştî dest pê kir, tevlîbûn û piştevanîyeke baş ji alîyê xelkê ve hate kirin. Di destpêkê da bi teybetî Kurd û Belûcan û herweha gurubên netewî yên din jî, ji bo azadî û serwerîya xwe berdewamî li hemberê rejîma dîktator a Îranê têkoşîyane û têdikoşin. Rejîma teokratîk a Îranê li hemberê vê mixalefet û berxwedanê neçar maye, ji ber vê neçarîyê êrîşê kampên sivîl û baregayên sê partîyên siyasî yê rojhelat kirin li ser xaka başûrê Kurdistanê, da ku bala raya giştî ya dinyayê ji berxwedana navxweyî ya xelkê Îranê dûr bixin û tevgerê ji rêya meşrû derbixin. Rejîma Îranê bi vê awayê, dixwaze berxwedana meşrû ya xelkê Îranê manîpile bike û li hemberê xelkê Kurd jî zemîna pîlana qetîlameke mezin çêbike. Heta îro di encama êrîşên dewleta Îranê de, nêzîkê 150 kesan canê xwe ji dest daye, bi hezaran kes birîndar bûye û hatine destgîrkirin.

Digel van kiryarên rejîmê, xelkê Îranê û Rojhelatê Kurdistanê; ji bo mafê xwe yên millî, mafê demokratîk, mafê mirovî, mafê jinan û azadîya xwe têkoşînek rewa û bi îstiqrar dimeşînin. Piştevanîkirina berxwedaneke rewa, mafdar û bi îstiqrar mafekî mirovî ye û serbilindî ye. Di vê çarçoveyê de em bang li hemû raya giştî ya demokratîk û humanîtera dinyayê, rêkxistina Neteweyên Yekgirtî, Yekîtîya Ewropa, Konseya Awrûpa, Teşkîlata Yekîtîya Ereban û rêkxistinên din ên navneteweyî dikin ku piştevanîya berxwedana meşrû û sivîl ya xelkên Îran û rojhelatê Kurdistanê bikin. Li hemberê zordarî û qetlîamên rejîma despotîk helwesta xwe nîşan bidin û midaxaleyê wê bikin.

Ji bo vê yekê, em yên ku navê wan li jêrê hatîne nivisîn; êrîşên berdewamî û qetlîamên Dewleta Îranê şermezar dikin, piştevanîya têkoşîna berdewamî ya xelkê Îranê, rojhelatê Kurdistanê, hemû kom û gurubên netewî û etnîkî yên Îranî dikin ku ji bo mafê mirovan, mafê jinan, mafê neteweyî, demokratîk û azadîyê têdikoşin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 567 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:53:59