Amed: Otomobîlê li mexdûrên erdhejê da: 1 mirî, 1 birîndar

Li Ameda Bakurê Kurdistanê li ber konbajarê ye ser rêya Farqînê di bûyera trafîkê de kesek canê xwe ji dest da û kesek jî bi giranî birîndar bû.
11.03.2023, Cts - 07:34
Amed: Otomobîlê li mexdûrên erdhejê da: 1 mirî, 1 birîndar
Nuçe Belav bike

Duh êvarê Mexdûrên erdhejê Halîse Dorudemîr û M.Ç. dema hewl dan derbasî wî aliyê din ê rê bibin otomobîlekî li wan da.

Piştre heman otomobîl li otomobîleke din da û ji rê derket.

Hat ragihandin Halîse Dorudemîr li cihê bûyerê canê xwe ji dest da û M.Ç jî bi giranî birîndar bû.

Bi mudaxeleya lezgîn a tîmên tendirustiyê yên li konbajar, M.Ç bi giran birîndar rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê.

Şofêrê otomobîlê hate desteserkirin û polîsan jî derbarê bûyerê de lêkolîn dan destpêkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 326 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:52:45