Amed:Jı sedî 65ê ava Bendava Devegeçidi kêm bûye

Ji sedî 65ê ava Bendava Devegeçidi li Amed a Bakurê Kurdistanê kêm bûye, lê 20 milyon metre sêca av ji Bendava Dîcle ji bo wê hatiye veguhestin û metirsiya ziwabûnê kêm kiriye.
06.07.2022, Çar - 14:34
Amed:Jı sedî 65ê ava Bendava Devegeçidi kêm bûye
Nuçe Belav bike

Bendava Devegeçidi li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê bo avdana 178 hezar donim erdê çandiniyê hatiye çêkirin, pêwîstiya wê bi 62 milyon metre sêca av heye, lê îsal tenê 35 milyon metre sêca av li piştî wê bendavê kom bûye.

Yaşar Ceylan, Rêveberê Karûbarê Avê li Navçeya 10 dibêje, "Ji ber ku ev 35 milyon metre sêca ava Bendava Devegeçidi têra tiştekî nake, ji bo xweza têk neçe û cotkar jî bikaribin bi başî erdên xwe av bidin, me biryar da ji kanala serekî ya Bendava Dîcle 27 milyon metre sêca av veguhêzin Bendava Devegeçidi."

Ji ber hişkesaliyê, beşeke zêde ya wan erdên ku ji bo avdaniyê pişta xwe bi Bendava Devegeçidi girê didin, ziwa bûne. Vê yekê ziyaneke zêde ya darayî gihandiye cotkaran.

Ne tenê Amed, beşeke zêde ya cotkarên bajarên din ên Bakurê Kurdistanê jî ji ber bê avî û hişkesaliyê zerar dîtine.

Rêveberê Karûbarê Avê li navçeyê dibêje, ji ber tijebûna bendavê, navçe dê bi qasî 20.4 milyon dolar geşe bike.

Yaşar Ceylan, Rêveberê Karûbarê Avê li Navçeya 10 dibêje, "Di sala 2022an de wek par, baran ne li gor pêwîst bû, ew barana ku bariye, têra pêdiviyan nake. Bendavên dikevin ser sînorê rêveberiya me, bi taybetî beşa bakur, ava pêwîst têde nayê komkirin."

Projeya veguhestina avê ji Bendava Dîcle bo Bendava Devegeçidi di dawiya Nîsana îsal de destpê kir. Armanca projeyê veguhestina 27 milyon metre sêca av e û heta niha 20 milyon metre sêca av hatiye veguhestin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 809 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:10:23