Artêşa Tirkiyê li Çewligê operasyoneke leşkerî da destpêkirin

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand ku artêşa wan li parêzgeha Çewlig a Bakurê Kurdistanê, operasyoneke leşkerî daye destpêkirin.
31.10.2022, Pts - 10:28
Artêşa Tirkiyê li Çewligê operasyoneke leşkerî da destpêkirin
Nuçe Belav bike

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê îro Duşemê 31ê Cotmeha 2022an ragihand ku li navçeya Dara Hênê ser bi parêzgeha Çewligê li dijî PKKê “Operasyona Payîz-Zivistan-7 a Eren Dorpêç” hatiye destpêkirin.

Wezareta navborî ragihandiye ku dê operasyon li navçeya Dara Hênê, ji aliyê Fermandariyên Cendirme yên Çewligê ve bê birêvebirin û 464 cendirmeyên hêzên taybet, polîsên hêzên taybet, komando û cerdevan beşdar bibin ku ji 40 tîman pêk tên.

Berî çend rojan li parêzgehên Dêrsimê û Colemêrgê jî bi heman navî artêşa Tirkiyê operasyon dabûn destpêkirin ku heta niha jî berdewam in

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 388 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:38:35