Artêşa Tirkiyê li Dêrsimê dest bi oparasyoneke nû kir

Wezareta Bervaniyê ya Tirkiyê ragihand ku artêşa wî welatî li sînorê navçeya Pulurê ya ser bi parêzgeha Dêrsimê ve li dijî gerîlayên PKKê dest bi operasyoneke nû ya bi navê "Eren Dorpêç Payîz Zivistan-13" kiriye.
15.11.2022, Sal - 10:20
Artêşa Tirkiyê li Dêrsimê dest bi oparasyoneke nû kir
Nuçe Belav bike

Li gor daxuyaniyekê ku îro Sêşemê 15ê Mijdara 2022ê ji aliyê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ve hatiye belavkirin, operasyona bi navê “Eren Dorpêç Payîz Zivistan-13“ îro bi beşdarbûna 881 çekdarên hêzên ser bi Fermandariya Cendirme, polîsên taybet, komando û cerdevanan destpê kiriye.

Cara yekem Operasyona “Eren Zivistan-1” roja 9ê Cotmeha 2021ê li devera Besta li parêzgeha Şirnexê bi beşdarbûna 1550 çekdarên hêzên ser bi Fermandariya Cendirme, polîsên taybet, komando û cerdevanan ve destpê kiribû ku ji 121 tîmên cuda pêk hatibûn.

Piştî wê operasyonê, Artêşa Tirkiyê rêze operasyonên xwe yên bi navê “Eren Zivistan” bi hinceta hebûna gerîlayên PKKê li parêzgehên cuda yên Bakurê Kurdistanê dan destpêkirin û hêj jî li ser wan operasyonan berdewam e.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 276 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:43:45