Artêşa Tirkiyê li Wanê dest bi operasyoneke nû kir

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand ku artêşa wan li navçeyên çiyayî yên Wana Bakurê Kurdistanê dest bi operasyoneke nû ya leşkerî bi navê “Eren Dorpêç-Payîz-Zivistan-25” kirine
26.01.2023, Per - 09:57
Artêşa Tirkiyê li Wanê dest bi operasyoneke nû kir
Nuçe Belav bike

Li gor Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, îro Pênçşemê 26ê Çileya 2023an artêşa wî welatî li sînorê navçeya Şaxê ya parêzgeha Wanê bi hinceta gerîlayên PKKê dest bi operasyoneke leşkerî ya bi navê “Eren Dorpêç-Payîz-Zivistan-24” kiriye.

Li gor daxuyaniyê, di operasyonê de 480 cendirmeyên hêzên taybet, polîsên hêzên taybet, komando û cerdevan beşdar in.

Artêşa Tirkiyê roja Şemiyê 22ê Çileya 2023ê jî li sînorê bajarokê Licê ser bi parêzgeha Amedê operasyoneke leşkerî ya bi navê “Eren Dorpêç-Payîz-Zivistan-24” dabû destpêkirin.

Artêşa Trikiyê rêze operasyonên xwe yên bi navê Eren Zivistan bi hinceta hebûna gerîlayên PKKê li parêzgehên cuda yên Bakurê Kurdistanê dane destpêkirin û hê jî li ser wan operasyonan berdewam e.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 633 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:54:48