Artêşa Tirkiyê û PKKê amarên şerê Heftenînê belav kirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPGê ragihand ku roja hêzên wan roja 8ê Tebaxê leşkerên Tirkiyê yên li geliyê Pîrpula kirine armanc.
10.08.2020, Pts - 12:57
Artêşa Tirkiyê û PKKê amarên şerê Heftenînê belav kirin
Nuçe Belav bike

HPG ragihand ku li Heftenînê 22 leşker hatine kuûtin û Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê jî dibêje, di êrişeke asmanî de 6 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane.

Operasyona artêşa Tirkiyê ya li herêma Heftenîn li Başûrê Kurdistanê berdewam e û Hêzên Parastina Gel (HPG) baskê çekdarî yê PKKê ye û Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê amarên şer, pevçûn û bombebaranan belav kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPGê ragihand ku roja hêzên wan roja 8ê Tebaxê leşkerên Tirkiyê yên li geliyê Pîrpula kirine armanc.

Li gor wê daxuyaniyê, gerîlayên HPGê ew yekîneya leşkerên Tirkiyê ji 7 aliyan ve dorpêç kiriye û helîkopterên ji corê Skorsky û Kobra jî hatine hedefgirtin û şerekî dijwar rû daye.

HPGê belav kiriye ku di encama wan şer û pevçûnan de 22 'leşker-kontra' hatine kuştin.

Herwiha HPGê derbarê şerê li Gabarê jî amaje bi wê kiriye, artêşa Tirkiyê roja 30ê Tîrmehê li Gabara Şirnexê operasyonek dabû destpêkirin ku heta 5ê Tebaxê berdewam kiribû û di encama êrişên leşkerên Tirkiyê de 3 gerîlayên bi navên Rohat, Brûsk û Botan canê xwe ji dest dane. HPGê diyar kiriye ku derbarê nasnama wan gerîlayan de zanyariyên berfirehtir dê paşê bên belavkirin.

Li aliyê din Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê jî daxuyaniyek belav kir û li gor wê daxuyaniyê di encama êrişeke asmanî ya firokeyên wan de 6 gerîlayên HPGê canê xwe ji dest dane.

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar jî duh, 09.08.2020, di dema serdana xwe ya bo hêzên wî welatî de li sînorê Heftenînê, îddîa kiribû ku operasyona wan 48 roj e bi awayekî "serkeftî" berdewam e. Li gor Akar di encama şer û pevçûn û êrişan de 83 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane.

Artêşa Tirkiyê li herêma Heftenînê roja 15 Hezîranê bi navê 'Çengê Baz' operasyoneke asmanî û roja 17ê Hezîranê jî bi navê 'Çengê Piling' operasyoneke zemînî dabû destpêkirin.

Tirkiye dibêje, ew operasyon li dijî PKKê hatine destpêkirin, lê bi sedema berdewamiya bombebaran û topbaranên vê dawiyê, ziyaneke madî ya mezin gihişte xelkê li deverên sînor.

Li gor raporta ku komîteyên ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve hatibûn raspardin ji bo lêkolînkirina ziyanên şer û topbaranê li navçeyên sînorî, di encama wan operasyonên Tirkiyê yên di naverasta meha Hezîranê de li sînorê Başûrê Kurdistanê dabûn destpêkirin, 504 gund hatine valakirin.

Her li gor raporta wan komîteyan Tirkiyê sînorê Başûrê Kurdistanê bi firehiya 40 kîlometre û kurahiya 15 kîlometre derbas kiriye.

Nerinaazad
Vî nûçeyê tevayî: 723 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:56:34