Bahozê banê xaniyan rakir; kesek mir û 8 kes birîndar bûn

Li Bakurê Kurdistanê, ji ber bahoza ku ji doh 29ê Adarê ve dest pê kiriye banê bi sedan avahî, dibistan û kargehan firiyan û di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û 8 kes birîndar bûn. Herwiha zerareke zêde ya madî çêbû.
30.03.2023, Per - 12:41
Bahozê banê xaniyan rakir; kesek mir û 8 kes birîndar bûn
Nuçe Belav bike

Li gundê Vişkuçirê yê navçeya Dara Hênê ya ser bi parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê ve, melayê bi navê Mesut Pirildar ê 45 salî dema derket ser banê xaniyê xwe ku ji ber bahozê zerar dîtibû, bi rabûna bahozê re bi banê xanî re ket erdê û canê xwe ji dest da.

Termê Mesut Pirildar ji bo karên otopsiyê bo Nexweşxaneya Dewletê ya Dara Hênê hat veguhestin.

Herwiha li navenda Çewlîgê û li navçe û gundên wê ji ber bahozê banê bi dehan xaniyan û tabelayên dikanan firiyan.

Li navçeya Dara Hênê, banê xaniyekî ku firiya bi ser Yuksel Yalçin de ket û ew birîndar kir.

Yuksel Yalçin ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo Nexweşxaneya Dewletê ya Dara Hênê hat veguhestin. Hat ragihandin metirsiya canî ya Yalçin nîne.

Li gundê Zîrekê yê navçeya Patnosa Agirî ya Bakurê Kurdistanê jî, li baxçeyê dibistanê dar bi ser xwendekaran de hilweşiya û di encamê de 7 xwendekar birîndar bûn.

Ew 7 xwendekar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Patnosê hatin rakirin. Xwendekar piştî dermankirinê bo mal hatin şandin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 394 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:55:31